Hevpeymanî behsa gavên çaksaziya Pêşmerge dike
Berpirsên Brîtanya, Amerîka, Almanya û Hollandiyê di wê derbarê de civiyan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsolê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê Hans Akerboom behsa bernameya çaksazî ya hêzên Pêşmerge dike.
Konsulê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê Hans Akerboom di twîtekê de ragihand, wan li ser bernameya çaksazî ya Pêşmerge bi şêwirmendên leşkerî û dîplomasî yên Brîtanya, Amerîka, Almanya û Hollandiyê re civîneke avaker pêk anîne.
Konsolê Giştî yê Hollandayê got jî: "Girîng bû ku em li ser hewldanên çaksaziyê û çawanîya avêtina gavên din yên di wî alî de biaxivin."
Piştî şer li dijî DAIŞê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi riya bernameyekê dest bi rahênankirina hêzên Pêşmerge kirin û piştre jî bernameyeke çaksaziyê di nava refên hêzên Pêşmerge de ragihandin.
Constructive meeting with the military advisers and diplomats from the UK, US, Germany and the Netherlands about the #Peshmerga Reform Program. Important to discuss how the implementation is progressing and how we can take the reforms a step further. pic.twitter.com/3J08HfpNMz
— Hans Akerboom (@jtmakerboom) March 14, 2021