Li Kerkûkê alîgirên Heşda Şeibî rê li ber radestkirina baregeha PDKê digrin
Baregeha Encûmena Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Kerkûk – Germiyanê, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê hêzên Heşda Şeibî dagir kiribû.
.jpg)
Kerkûk (K24) – Baregeha Encûmena Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Kerkûk – Germiyanê, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê hêzên Heşda Şeibî dagir kiribû, biryar e were valakirin, lê belê alîgirên Heşdê, di bin navê xwepêşandanê de, nahêlin baregeh were valakirin.
Niha li Baregeha PDKê, hêzên operasyonên hevbeş ên Iraqê tê de hatine bicîkirin û biryar e radestî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) were kirin, lê rêgirî li ber vê yekê tê kirin.
Ev di demekê de ye ku yekane hêza siyasî ya Kurd ku baregeha wê li Kerkûkê nîne, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand; pêkhateyên Tirkmen û Ereb ku nêzîkî Heşda Şeibî ne, beşek ji wan çûne ber baregehê û rêya sereke ya navbera Hewlêr û Kerkûkê girtine.