Biden: Em gihiştin armanca xwe ya di 100 rojan de lêdana 100 milyon vaksîn
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand; wan armanca xwe ya di 100 rojên pêşî yên seroktiyê de bikaranîna 100 milyon vaksînên vîrusa Koronayê ji niha ve derbas kiriye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand; wan armanca xwe ya di 100 rojên pêşî yên seroktiyê de bikaranîna 100 milyon vaksînên vîrusa Koronayê ji niha ve derbas kiriye.
Joe Biden diyar kir ku ew ê roja înê, di roja 58an a seroktiyê de bigihin 100 milyon vaksînan.
Biden destnîşan kir: “Dema me ev kar wergirt, gelek tiştên divê bihata kirin hebûn. Pêdiviya me bi vaksînan, kesên vaksînan lê didin û navendên vaksînan hebûn.”
Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew her hefte vaksînên ku ji eyaletan re dişînin du qat zêde dikin û da zanîn ku wan hejmara lêxistina vaksînan ji rojê 1 milyon, zêde kirine bo 2,1 milyon.
Biden da zanîn ku heta niha 600 navendên vaksînê hatine ava kirin û got ku wan bo berfirehkirina kampanyaya vaksînê 14 hezar dermanxaneyên herêmî seferber kirine û 500 klînîkên mobîl jî ji bo lêdana vaksînê digerin.
Joe Biden diyar kir ku bi milyonan kesan vaksîn li xwe dane, lê divê bi milyonên kesên din jî vaksînê werbigrin.
Biden bi bîr xist ku hefteya borî hejmara pêketiyên nû yên vîrusa korona zêde bûne û bang li Amerîkiyan kir ku maskên xwe bidin ber rûyên xwe û li gor mesafeya civakî tevbigerin.