Li Tirkiyê zêdebûna mirin û pêketina bi Covid-19ê berdewam e
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 138 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 138 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 30 hezar û 316 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 23yê Adarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 26 hezar û 182 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan1006 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 3 milyon û 61 hezar û 520 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 19 hezar û 201 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 863 hezar û 882 kesan.