Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Koronayê 561 hezar kesî derbas kir
Hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê li Amerîkayê her diçe zêde dibe.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Amerîkayê hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê her diçe zêde dibe û heta niha li wî welatî zêdetirî 561 hezar kesan ji ber pêketina bi vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawî yên îro 27ê Adara 2021ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê li Amerîkayê gihiştiye 30 milyon û 852 hezar û 32 kesan.
Herwiha heta niha li Amerîkayê 561 hezar û 142 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 23 milyon û 275 hezar û 268 kes jî baş bûne.