Urdin 2.4 milyon Dolar ji bo alîkariya gelê Sûriyê vediqetîne
Hikûmeta Urdinê di sala 2021an de 2.4 milyar Dolar ji bo alîkariya gelê Sûriyê veqetand.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Urdinê di sala 2021an de 2.4 milyar Dolar ji bo alîkariya gelê Sûriyê veqetand.
Hikûmeta Urdinê pilana xwe sala 2021an a ji bo hevkariya ligel krîza Sûriyê aşkere kir. Li gor wê planê, 2.4 milyar Dolar veqetandin, ji wê kompereyê jî 260 milyon Dolar ji bo rûbirûbûna Koronayê ne.
Li gor plana Hikûmeta Urdinê, 192 milyon Dolar ji bo piştevaniya kampên koçberan e û ji 411 milyon Dolar ji bo pêşxistina jêrxane û karînên dezgehan e.
Destpêkirina vê planê ji aliyê Urdinê ve di demekê de ye, Kongreya Brûkselê ya derbarê piştevaniya pêşeroja Sûriyê û navçeyê bi awayekî “online” tê lidarxistin, ji bo komkirina alîkariyên mirovî ji hundirê Sûriyê û kampên koçberan yên li welatên cîran re.
Ji destpêka krîza Sûriyê di sala 2011an ve, nêzîkî 1.3 milyon koçberên Sûrî li Urdinê ne û ji wan dora 664 hezar koçber li Komîsyona Netewên Yekgirtî tomarkirî ne.