Bi beşdariya Serokwezîrê Herêmê 30 saliya biryara 688 û Herêma Dijefirînê tê bibîranîn
Bi hevkariya rayedarên berê û niha yên Hikûmeta Brîtaniyayê û koma Kurdistanê li Parlementoya Brîtanyayê, çalakiyeke taybet bi riya vîdyokonferansê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê lidarxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Di bîranîna 30 saliya biryara 688an ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya diyarkirina herêma dijefirînê li Herêma Kurdistanê, bi hevkariya rayedarên berê û niha yên Hikûmeta Brîtaniyayê û koma Kurdistanê li Parlementoya Brîtanyayê, çalakiyeke taybet bi riya vîdyokonferansê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê lidarxistin.
Biryar e çalakî roja 8ê Nîsanê li dar bikeve û tê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarekê bi riya vîdyokonferansê pêşkêş dike. Piştre jî Sir John Major, serokwezîrê berê yê Brîtanyayê û dostê gelê kurd û her wiha yek ji wan siyasetmedarên ku di diyarkirina Herêma Aramê de roleke girîng lîstiye jî, gotarekê pêşkêş bike.
Biryar e jî her yek ji Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Wezîrê Çavdêriya Rewşa Korona li Brîtaniya Nedîm Zehawî ku bi regez Kurd e, li gel Karwan Nûnerê Hikûmeta herêma Kurdistanê li Brîtaniya Cemal Tahir û Konsulê Giştî yê Brîtaniya yê li Herêma Kurdistanê James Thornton beşdariyê di vê çalakiyê de bikin.
Her di çarçoveya wê çalakiyê de, biryar e endamên Perlemantoya Brîtaniyayê Robert Halfon, Alicia Kearns, Jason McCartney û Serokê Grûpa Kurdistanê li Parlementoya Brîtaniyayê Gary Kenet beşdarî vê çalakiyê bibin.
Tê payîn ku ev çalakiya taybet di demjimêr 10:30 bi dema Londonê de bi riya vîdyokonferansekê were lidarxistin.