Mesrûr Barzanî: Herêma aram Kurdistan ji komkujiyeke din rizgar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; herêma aram û dijefirînê, Kurdistan ji komkujiyeke din rizgar kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; herêma aram û dijefirînê, Kurdistan ji komkujiyeke din rizgar kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Beriya 30 salan, biryara 688 a Encûmena Asayîşa Navdewletî, bûye sedema damezirandina herêma aram û dijefirînê, ku Kurdistan ji komkujiyeke din rizgar kir.”

 

Berî 30 salan bi biryara 688an a Encûmena Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî, herêma aram û dijefirînê li Başûrê Kurdistanê hat ragihandin, bi wê yekê re jî Kurd ji êrîşên rêjîma Beis a Iraqê ya rûxandî hatin parastin.

Piştî bi dawîbûna şerê Kendavê yê duyem di sala 1991an de, Amerîka û Brîtanyaya di her du salên 1991 û 1992an de li Iraqê herêma aram ragihandin û weke herêma dijî firokeyan li bakur û başûrê Iraqê hate nasîn û ev jî ji bo parastina Kurd û Şîeyan ji zulma Bexdayê bû.

 

Fly Erbil Advertisment