Li Tirkiyê 193 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 5ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 193 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 31 hezar û 230 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 5ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 42 hezar û 551 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 1706 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 3 milyon û 529 hezar û 601 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 25 hezar û 627 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 3 milyon û 130 hezar û 977 kesan.