Li Tirkiyê hejmara pêketiyên Covid-19 ya rojane gihişt 50 hezar kesî
Di nava 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 211 kesan jiyana xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 211 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 32 hezar û 667 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 6ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 49 hezar û 584 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2003 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 3 milyon û 579 hezar û 185 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 28 hezar û 498 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 3 milyon û 159 hezar û 475 kesan.