Li Êlihê 300 malbat bi nanê sêlê debara xwe dikin

Li bajarê Êliha Bakurê Kurdistanê nanê sêlê bûye deriyê debara 300 malbatan.

Êlih (K24) - Li bajarê Êliha Bakurê Kurdistanê nanê sêlê bûye deriyê debara 300 malbatan. Di kargehên ku di demên dawîn de hatine vekirin de jin hem çanda xwarinên ji dê û dapîrên xwe fêr bûne, zindî dihêlin hem jî sûdê didin debara malbata xwe.

Li Êlihê di salên dawîn de her ku diçê xwaringehên ku nanê sêlê û kadikan çêdikin û difiroşin zêde dibin. Dema rewş wisa be, jinên ku dizanin nanê sêlê û kadikan çekin derfeta karkirinê bi dest dixin. Vê rewşê rê vekiriye ku derdora 1 hezar jin di xwaringehên wisa de bibin xwedî kar û derdora 300 malbat ji çêkirina nanê sêlê û kadikan debara xwe dikin.

Kasîde Beyda jî yek ji wan kesan e li cem xwe derfeta kar daye jinên ku nanê sêlê û kadikan çêdikin. Beyda ji K24ê re diyar kir: “Me ji xwe re dikan vekiriye. Em debara xwe jî dikin, em hevalên xwe jî li cem xwe dişixulînin. Em debara zarokên xwe dikin. Em hîn bune û xelkê jî hîn dikin. Em nane sêlê çêdikin. Yên bipenêr çêdikin, bipetat çêdikin, biêspenaq çêdikin. Em bo taştê çêdikin.”

Jinên ku bi salan e li malên xwe ji malbata xwe re nanê sêlê û kadik çêdikirin niha vê yekê bo debara xwe dikin. Jin kêfxweş in ku tiştek bûyî parçeyek ji jiyana wan niha di heman demê de bûye rêya debarê bo wan. Jinên xebatkar didin zanîn ku ji her aliyê civakê eleqe bo berhemên wan hene û bihayên nanê sêlê, kadik û cureyên din ên xwarinê guncav in.

Teyfîke Erîn ku li kargeha nanê sêlê dixebite, destnîşan kir: “Li vê dikanê nanê sêlê û şamborekan ez çêdikim. Yên wek me vî karî dikin 300 kargeh hene, derdora 1 hezar jin ji vî karî nan dixwin. Nanê sêlê 2 lîre ye, biêspenaq, bipetat, bipenêr 3 lîre ne, yên bigoşt jî 4 lîre ne.”

Pêşengên xwaringehên nanê sêlê û kadikan balê dikşînin ku girîng e di serdemek wek pandemiyê de ku gelek kes bêkar mane û kar peyda nakin, jin dikarin li gorî pisporiya xwe kar peyda dikin û bang dikin ku ev qad were bipêşxistin dê lig elek bajaran ji pirsgirêka bêkarî û debarê re bibe çareserî.