Li Tirkiyê 237 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 34 hezar kes jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 50 hezarê zêdetir kesên din bi vîrûsa Koronayên ketin û 237 kesên din jî bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyeyê da xuyakirin, di heyama 24 demjimêran de, nêzîkî 300 hezar pişkinîn hatine kirin û encamên 50 hezar û 678 kesan pozîtîf derketiye.

Da zanîn, hejmara nexweşên giran gihiştiye 2 hezar û 824 kesan û 237 kesên din jî bi Koronayên canê xwe ji dest dane.

Bi amarên dawiyê re, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketiyên Korona gihişt 3 milyon û 850 hezar kesan û nêzîkî 34 hezar kes jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane