WHO: Vîrusa Koronayê di qonaxeke hestyar de ye
Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku rewşa pandemiya Koronayê di qonaxeke hestyar de ye.
Hewlêr (K24) – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku rewşa pandemiya Koronayê di qonaxeke hestyar de ye û rêjeya pêketina bi vîrusê di asteke gelek bilind de ye.
Seroka Teknîkî ya Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê ya WHO Maria Van Kerkhove di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Eger çend rêkarên taybet ên rast û dirust werin cîbicîkirin, dibe ku em di nava çend mehan de pandemiyê bixin bin kontrolê.”
Maria Van Kerkhove diyar kir: “Niha em di qonaxeke hestyar a pandemiya Koronayê de ne. Pandemî her ku diçe zêde dibe û gelek zû berbelav dibe, piştî derbasbûna 16 mehan di ser serîhildana vê pandemiyê re, nedibû ku em niha di rewşeke bi vî rengî de bûna, tevî ku çendîn rêkarên aktîv hene ji bo kontrolkirina vê pandemiyê.”