Li Tirkiyê di rojekê de 54 hezar û 562 kes bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 243 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 243 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 34 hezar û 182 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 12ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 54 hezar û 562 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2671 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 3 milyon û 903 hezar û 573 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 41 hezar û 218 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 3 milyon û 372 hezar û 629 kesan.

Fly Erbil Advertisment