Li Tirkiyê di rojekê de 273 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 273 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 273 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 34 hezar û 455 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 13ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 59 hezar û 187 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2723 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 3 milyon û 962 hezar û 760 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 52 hezar û 104 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 3 milyon û 424 hezar û 733 kesan.