Li Tirkiyê di rojekê de nêzîkî 63 hezar kes bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 279 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 279 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 34 hezar û 734 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 14ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 62 hezar û 797 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2802 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 4 milyon û 25 hezar û 557 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 55 hezar û 413 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 3 milyon û 480 hezar û 146 kesan.