Di navbera Çavuşoglu û Dendias de nîqaş derket
Di civîna rojnamevanî ya hevbeş a di navbera Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias de nîqaş derket.

Navenda Nûçeyan (K24) - Di civîna rojnamevanî ya hevbeş a di navbera Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias de nîqaş derket.
Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias îro pêncşemê 15ê Nîsana 2021ê serdana Enqerê kir û piştî hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ligel hevtayê xwe Mevlut Çavuşoglu civiya.
Dendias û Çavuşoglu piştî hevdîtinê civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin û di civîna ku bi hêviya vekirina rûpeleke nû destpêkirî de, rexneyên Dendias ên li hemberî Tirkiyê, Çavuşoglu aciz kir. Herdu wezîran li ser mijarên weke mafên pêkhateyan, Derya Ege, bêçekkirina giravan û Rojhilatê Deryaya Spî li hemberî hev devjenî kirin.
Dendias got: “Tirkiye eger li ser binpêkirina mafê serweriya Yunanistanê berdewam bike, dibe ku dorpêçên Yekîtiya Ewropayê bêne rojevê.”
Li hember wî Çavuşoglu got: “Tawanbarkirina Tirkiyê li ber çavên raya giştî nayê qebûlkirin. Me hewl da bi awayekî dostane tevahiya mijaran gotûbêj bikin û me peyamên erênî dan, lê eger hûn li hember medyayê welat û miletê min tawanbar bikin, em jî neçar in bersiva vê yekê bidin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Çavuşoglu got: “Em li Tirkiyê pêkhateyên Ortodosk ên Rûm qebûl dikin, lê hûn kesên ku dibêjim em Tirk in wan qebûl nakin û dibêjin hûn ne Tirk in. Ev ne helwesteke mirovî û ne jî demokratîk e. Tu hewl didî ku dersa mafê mirovan bidî min, lê hûn rê nadin ku pêkhateyên Tirk navê Tirk bikar bînin. Di mijara Libyayê de hinek nêrînên me yên cuda hene. Li vê derê li hemberî medyayê te xwest ku Tirkiyê tawanbar bikî. Ez vê yekê qebûl nakim.”
Dendias jî bersiva Çavuşoglu da û got: “Nabe ez weke ku tiştek li Rojhilatê Deryayê Spî nebûye xwe bêdeng bikim. Tirkiye hem li Ege û hem li Rojhilatê Derya Spî binpêkariyan dike.”
Li ser vê yekê Çavuşoglu dîsa axivî û got: “Eger hûn dixwazin ev rakêşî berdewam bike, em jî dê berdewam bikin. Em baş dizanin Yekîtiya Ewropa yan jî welatên din ên ku hêviyên wê jê hene dixwazin çi bikin. Em dê vê yekê gotûbêj bikin? An jî li ser şer berdewam bikin? Em bawer in pirsgirêk bi rêya diyalogê dikarin çareser bibin.”
Wezîrê Derve yê Yunanistanê jî li hemberî Çavuşoglu got: “Em dixwazin rojeveke pozîtîv çêbe. Kesek heye bibêje îro ji aliyê din ê giravan gef nîne? Bi min kes nîne. Dema we karê Yekîtiya Ewropa û em fam kirin wê demê ev pirsgirêk dê bêne çareserkirin.”