Li Tirkiyê di rojekê de 362 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 362 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tirkiye
Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 362 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 36 hezar û 975 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 21ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 61 hezar û 967 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2932 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 4 milyon û 446 hezar û 591 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 52 hezar û 213 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 3 milyon û 844 hezar û 342 kesan.