HDP: Doza Kobanî li dijî hebûna gelê Kurd e

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li ser ‘Doza Kobanî’ ku wê di 26ê Nîsanê de li Dadgeha Enqereyê dest pê bike axivî.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay

Enqere (K24) – Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li ser ‘Doza Kobanî’ ku wê di 26ê Nîsanê de li Dadgeha Enqereyê dest pê bike axivî û got “Ev doza ku tijî dek û dolab e li dijî hebûna me ye. Ev doza bi komplo li dijî gelê Kurd û li dijî hemû kedkar, demokrat, jin, ciwan û li dijî gelan hatiye çêkirin.”

Berdevka HDPê Ebru Gunay, li navenda partiya xwe bi civînekê rojnamegeriyê li ser mijarên di rojeva Tirkiye û bakur de ye bîr û boçûnên partiya xwe anî ziman.

Gunay, li ser mijarên wek Doza Kobanî, guhertina kabîneyê, geşedanên li Şingalê û li ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan rawestiya.

Berdevka HDPê Gunay, li ser ‘Doza Kobanî’ ku wê di 26ê Nîsanê de li Dadgeha Enqereyê rûniştina yekem dest pê bike axivî û got “Ev doza dek û dolab li dijî hebûna me ye. Ev doza bi komplo li dijî Kurdan, kedkar, demokrat, jin, ciwan û li dijî gelan hatiye çêkirin. Lê em ê li ber xwe bidin û bejna xwe netewînin. Em bang li civaka demorkatîk, sazî û dezgehên sivîl û civakî dikin; werin em bi hev re ji bo heqîqetê têbikoşin.”

Gunay li ser tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan û li ser greva birçîbûnê da zanîn; ”Ev hikûmet di polîtîkayên xwe yên şer de dewam dike. Her ku diçe polîtîkaya xwe ya tecrîdê kûrtir û belavtir dike. Binêrin greva birçîbûnê îro gihîştiye roja 146an. Ev polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê, ev zext û zordarî, ev faşîzm êdî sînorên dawî jî derbas kiriye. Li Tirkiyeyê hemû hikûmetan desthilatiya xwe ewilî li ser girtîgehan ferz kiriye û ji wir dest bi faşîzma xwe kiriye. Îro li girtîgehan mafên sereke yên mirovahiyê tên binpêkirin. Dijminatiya herî zêde li girtîgehan tê meşandin. Tu îrade, tu kesekî xwedî rûmet, êdî vê neheqiyê qebûl nake û li dijî van polîtîkayan li ber xwe dide. Werin ser riya edaletê tecrîdê bi dawî bikin. Doh jî Saziyên Civaka Sivîl li ser rewşa girtîgehan daxuyaniyek dan. Bangeweziyek kirin. Bang li hikûmetê kir û got; berpirsyar hikûmet bi xwe ye. Daxwazên rewa yên girtiyan qebûl bikin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin û pergala Îmraliyê êdî bi dawî bikin.”

Li alîyê din Berdevka HDPê Ebru Gunay, li ser Rêkeftina Şingalê jî destnîşan kir ku divê gelê Şengalê bixwe biryara xwe bidin û divê herkes rêzê li biryara wan bigre.

Gunay diyar kir; “Bi sedan sal in Êzidiyên Şengalê li dijî planên tunekirinê li ber xwe didin û şerê man û nemanê dimeşînin. Heftê û çar caran rastî ferman, komkujî û koçberiyê hat gelê Şengalê. Herî dawî di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ'ê komkujiyeke mezin pêk anîn. Gelê Şengalê jî piştî fermanê, ji bo parastina xwe rêveberiyeke xweser ava kir û bi vî awayî heta îro xwe bi rê ve birin. Lê belê îro jî desthilatdarên herêmê dixwazin bi lîstikên xwe aloziyê derxin û gelê Şengalê bixin bin kontrola xwe û wan bêparastin bihêlin. Em dibêjin: Biryar biryara gelê Şengalê ye. Gelê Şengalê kîjan statûyê bixwaze divê her kes rêzê li îradeya wan bigire. Xweparastin û xweserî wekî hemû gelan mafê gelê Şengalê ye jî.”

Gunay girêdayî guhertina qismî ya di kabîneya wezîran de jî ragihand ku bi guhertinên wiha piçûk tu tişt naguhere, ji bo guhertinekê esasî lazim e pergala heyî û Serokkomar Tirkiyeyê bi xwe biguhere.

Fly Erbil Advertisment