Sedr rexneyeke tund li milîsên ku hêzên biyanî dikin armanc girt
Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr wan bi têkbirina asayîşa Iraqê û paşxistina hilbijartinan tohmetbar dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr rexneyeke tund li milîsên ku hêzên biyanî dikin armanc, girt. Sedr wan bi têkbirina asayîşa Iraqê û paşxistina hilbijartinan tohmetbar dike.
Muqateda Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Hinek alî dixwazin asayîşa welat xera bikin û hilbijartinan paş bixin û bi rêya mûşekbarankirina hêzên biyanî ji aliyê milîsan ve, ji vekişînê poşman bibin.”
Serokê Tevgera Sedr herwiha nivîsandiye: “Mayîna hêzên biyanî, di sûda milîsan de ye, ji bo têkelkirina Iraqê ye di şerê navbera Sûriye û Îsraîlê de.”