Li Efrînê teqînekê rû da.. 2 zarok birîndar bûn
Li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê narincoyek teqiya û 2 zarokek birîndar bû.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê narincoyek teqiya û 2 zarokek birîndar bû.
Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, îşev li çarrêya Newroz a Efrînê komeke nenas narincoyek avêtin û li gor zanyariyên destpêkê di encamê de zarokek birîndar bûn.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji berî 3 salan ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, gelek teqîn di nava Efrîn û gundên de hatine kirin û hejmareke mezin ji welatiyên sivîl bûne qurbanî.