Li Tirkiyê 339 kesên din bi Korona canê xwe ji dest dan

Hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 38 hezar kes derbas kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 40 hezarî zêdetir kes bi vîrûsa Korona ketin û  339 kesên din bi Korona canê xwe ji dest dan.

WezaretaTendirustiyê ya Tirkiyê da xuyakirin, di heyama 24 demjimêrên dawî de, 280 hezar pişkinîn hatine kirin û encamên 40 hezar û 596 kesan pozîtîf derketiye.

Da zanîn jî, 339 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 3 hezar û 500ê zêdetir nexweşên giran hene.

Bi amaran, hejmara kesên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Koronayê ketine gihişt nêzîkî 4 milyon û 600 hezar kesan û zêdetir ji 38 hezar kesan canê xwe ji dest dane.