Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonî ligel Mistefa Kazimî encam da
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadehiya sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her cure hevkarî û alîkariyan ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya telefonê pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re kir û ji bilî derbirîna hevxemiya xwe bo qurbaniyên bûyera şewata nexweşxaneyê Ibin El-Xetîb, amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina birîndarên qurbaniyê nîşan da.
Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê belav kir, îro 25.4.2021ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya telefonê pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re, pirse û hevxemiya bo kesûkarên qurbaniyên bûyera diltezîn a nexweşxaneya Ibin El-Xetîb ya Bexdayê derbirî.
Li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadehiya sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her cure hevkarî û alîkariyan ragihand û hêvî xwast karesatên wiha dubare nebin.
Herwiha daxuyaniyê destnîşan kir, Serokwezîrê Iraqa Federal Mistefa Kazimî spasiya xwe ji bo hevxemî û hevsoziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbirî.