Li Tirkiyê biryara binçavkirina 532 leşker û efseran hate dayîn

Bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen, biryara binçavkirina 532 efser û serbazên Artêşa Tirkiyeyê hate dayîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen, biryara binçavkirina 532 efser û serbazên Artêşa Tirkiyeyê hate dayîn.

Bi fermana Serdozgerên Îzmîr û Stenbolê, li 62 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biryara binçavkirina 532 efser û serbazên Artêşa Tirkiye hate dayîn.

Bi armanca binçavkirina tometbaran, li 62 bajaran operasyonên hevdem hatin encamdan.

Li gor agahiyan, li nav kesên ku biryara binçavkirina wan hatiye dayîn, efserên pilebilind, xwendekarên Akademiya Serbazî û efserên hê berê hatine dûrxistin jî hene.