Wezareta Malbatê ya Tirkiyê rastî bertekan tê
Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê li hember helwesta Wezareta Malbatê ya li ser nîşandana zarokek ku di bin parastina dewletê de ye, bertek nîşan da
Diyarbekir (K24) - Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê li hember helwesta Wezareta Malbatê ya li ser zarokek ku di bin parastina dewletê de ye bertek nîşan da. Zarokê bi navê Azad bi rûyê wî ve hatibû nîşandan ku diviyabû zarokek di bin parastina dewletê de be wisa nehata nîşandan.
Li Diyarbekirê ji aliyê Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê, Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî û Însiyatîfa Dêrûnnasên Mezopotamyayê ve civînek hevpar a çapemeniyê hat li darxistin.
Di civînê de hat amajekirin ku Wezîra Malbatê ya Tirkiyeyê di roja 23ê Nîsanê Cejna Zarokan de postê xwe bi awayekî demkî wekî her sal radestî zarokekî kiriye lê paşê hatiye zanîn ku ew zarok niha di bin parastina dewletê de ye.
Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku zarokên di bin parastina dewletê de bin divê rûyê wan neyê nîşandan, divê cihê wan neyê aşkerekirin û divê agahiyên wan ên nasnameyî neyên parvekirin. Nunerên saziyên sivîl di daxuyaniyê de bang kirin ku Wezîra Malbatê ya Tirkiyeyê dest ji postê xwe berde.