Li Tirkiyê heta 19 rojan qedexeya giştî hat ragihandin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku heta dema 19 rojan qedexeya giştî li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku heta dema 19 rojan qedexeya giştî li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tê ragihandin.

Recep Tayyip Erdogan li Enqerê di civîna çapemeniyê ya piştî civîna kabîneyê de ragihand ku ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) biryara rêkarên nû yên tendirustiyê hat dayîn.

Erdogan eşkere kir ku qedexeya derketina derve dê bi giştî were cîbicîkirin û got: “Qedexeya giştî ji 29ê Nîsanê roja pêncşemê dest pê dike û heta 17ê Gulanê roja duşemê demjimêr 5ê sibehê didome. Di navbera van rojan de dê bênavber qedexeya derketina derve were cîbicîkirin.”

Herwiha ragihand: “Ji bilî hilberîn, berhemanîn û paqijiyê, hemû cihên kar dê werin rawestandin. Li cihên xwarin û vexwarinê servîsên pakêt dê werin sekinandin û cihên ku şert û mercên wan guncaw in, xizmeta xwe bidomînin.”