Li Tirkiyê di rojekê de 353 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 353 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tirkiye
Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 353 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 38 hezar û 711 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 26ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 37 hezar û 312 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2716 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 4 milyon û 667 hezar û 281 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 42 hezar û 27 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 121 hezar û 671 kesan.