DAIŞê muxtarê gundekî Xaneqînê kuşt

Çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê Qayê yê li qezaya Xaneqînê kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Navenda Nûçeyan (K24) – Derengê şeva borî çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê Qayê yê li qezaya Xaneqînê kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, di êrîşa çekdarên DAIŞê de, muxtarê gund hate kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Jêderekî ji Lîwaya Sê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji K24ê re jî got, piştî êrîşê, hêzeke artêşa Iraqê çû wî gundî û çekdarên DAIŞê reviyan.

Wî jêderî diyar kir jî,  hêza artêşa Iraqê termê kesê kuştî û kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyan.