Parlamentoya Kurdistanê parastina aştiya civakî û pirsgirêkên zarokan guftûgo dike

Parlamentoya Kurdistanê îro dicive û pirsên parastina aştiya civakî û pirsgirêkên zarokan guftûgo dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Kurdistanê îro dicive û pirsên parastina aştiya civakî û pirsgirêkên zarokan guftûgo dike.

Li gor karnameya civînê, Parlamento birga yekem a pirsgirêkên zarokan û welatiyên xwedî pêwîstiyên taybet û malbatên wan guftûgo dike.

Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê aşkere kir, derbarê wê mijarê de, Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de beşdar dibe.

Her li gor karnameya civînê jî, di beşeke din a civînê de, endamên Parlemantoyê guftûgoyeke vekirî li ser mijara parastina aştiya civakî û rêzgirtina li nirxên olî, civakî û azadiya bingehîn a mirovan dikin.