Li Rojavayê Kurdistanê 15 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 233 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 15 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên koronayê belav kirin û diyar kir, 15 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hesekê, 5 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrazorê, 3 kes li Minbicê û 1 kes li kampa Holê ne.
Herwiha diyar kir, 233 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 30 kes li Hesekê, 17 kes li Qamişlo, 15 kes li Dêrikê, 5 kes li Dirbêsiyê, 12 kes li Amûdê, 6 kes li Kobaniyê, 23 kes li Reqayê, 41 kes li Tebqayê, 60 kes li Dêrazorê, 19 kes li Kampa Roj, 4 kes li Minbicê û 1 kes li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 14 kes ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 15562 kesan, ji wan 1569 kes baş bûne û 545 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.