Encûmena Wezîran pênc proje yasa pesend kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 28ê Nîsana 2021ê, bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, serokatiya civîna heftane ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 28ê Nîsana 2021ê, bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, serokatiya civîna heftane ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê kir.

Di beşa yekem a civînê de Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd raportek li ser hejmarên herî dawî yên proje budceya Herêmê bo sala 2021ê pêşkêş kirin.

Encûmena Wezîran biryar da ku lijneyek were pêkanîn, da ku têbînî û pêşniyarên Encûmenê di nav projeyasayê de were bicîkirin û piştre ji bo pesendkirina dawî ya Encûmena Wezîran were amadekirin û bo parlamentoyê were şandin.

Di beşa duyem a bernameya civînê de Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî derencama civîna li ser rûbirûbûna hişkesalî pêşkêş kir ku tê de wezaretên pêwendîdar, parêzgehên Herêmê û îdareyên serbixwe pêşniyar û plan û karê pêşîne yê xwe pêşkêş kirine û wisa biryar e, hefteya bê, plana serarserî ji bo rûbirûbûna hişkesalî amade bibe, da ku li Encûmena Wezîran were pesendkirin û di derfeta herî nêzîk de bikeve warê cîbicîkirinê. Di beşa dawî ya civînê de Encûmena Wezîran pênc proje yasa pesend kirin.