Ji bo her sê rojên Cejna Remezanê qedexeya hatûçûnê tê ragihandin
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand; ji ber vîrusa Koronayê, her sê rojên Cejna Remezanê qedexeya giştî ya hatûçûnê tê ragihandin.
Hewlêr (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand; ji ber vîrusa Koronayê, her sê rojên Cejna Remezanê qedexeya giştî ya hatûçûnê tê ragihandin.
Cotyar Adil eşkere kir ku kesên ji welatê Hindistanê bên, dê 14 roj werin karantînakirin û hatûçûna bo Hindistanê hat rawestandin.
Adil diyar kir ku divê her kes, bi taybetî jî xwendekar pabendî rênimayên xweparêziyê bibin û ew ê dudil nebin û biryara pêwîst bidin ji bo destpêkirina proseya perwerdehiyê.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand; hikûmet li benda raporta Wezareta Tendirustiyê ye ji bo ku biryarekê derbarê proseya xwendinê de bide.
Cotyar Adil eşkere kir ku rêkarên qedexeya hatûçûnê Wezareta Navxwe diyar dike û biryar hatiye dayîn ku sê rojên Cejna Remezanê qedexeya hatûçûnê were ragihandin.