Li Kerkûkê teqînekê rû da

Xwekujekî xwast li pêşiya Rêveberiya Asayişa Niştimanî ya Kerkûkê xwe biteqîna

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24 li Kerkûkê got: "Xwekujekî hewl da xwe li pêş Rêveberiya Asayişa Niştimanî ya Kerkûkê xwe biteqîne, gule lê hatin reşandin û piştîneya bombebarkirî ya wî hilgirtiye teqiya."

Di wê derbarê de, Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand, xwekujekî bi piştîneya bombekirî xwast derbasî nava Rêveberiya Asayişa Niştimanî ya Iraqê li kerkûkê bibe û xwe tê de biteqîne, lê pasewanan gule lê reşandin û piştîneya wî ya bombekirî teqiya û ew hate kuştin.

Diyar kir jî, di encama teqînê de, 2 pasewanên Rêveberiya Asayişa Niştimanî bi sivikî birîndar bûn.

Herwiha destnîşan kir, piştî kontrolkirina rewşê, dê zanyariyên zêdetir li ser bûyerê belav bikin.