Li Rojavayê Kurdistanê 14 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 123 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 14 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên koronayê belav kirin û diyar kir, 14 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hesekê, 5 kes li Qamişlo, 5 kes li tebqayê û 1 kes li Dêrazorê ne.

Herwiha diyar kir, 123 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 40 kes li Hesekê, 16 kes li Qamişlo, 8 kes li Dêrikê, 3 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Amûdê, 3 kes li Girkê Legê, 1 kes li Kobaniyê, 13 kes li Reqayê, 33 kes li Tebqayê, 1 kes li Minbicê û 4 kes li Kampa Roj ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 20 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 15786 kesan, ji wan 1606 kes baş bûne û 571 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.