DAIŞê li Kerkûkê êrîşî hêzên Iraqê kir

Çekdarên DAIŞê li navçeya Daqûq a Kerkûkê, li nêzîkî gundê Kelozî, êrîşî ser polîsê xwecihî kirin.

Hewlêr (K24) – Çekdarên DAIŞê li navçeya Daqûq a Kerkûkê, li nêzîkî gundê Kelozî, êrîşî ser polîsê xwecihî kirin û di encamê de polîsek hat kuştin û du polîs jî birîndar bûn.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji K24ê re ragihand; li başûrê Kerkûkê, li gundê Kelozî yê ser bi navçeya Daqûqê, çekdarên DAIŞê êrîşî ser polîsê xwecihî kirin û di encamê de polîsek hat kuştin û du polîs jî birîndar bûn.

Piştî êrîşa DAIŞê, artêşa Iraqê çûne alîkariya polîsan û ew jî ketine kemîna çekdaran û di encamê de serbazekî artêşê hatiye kuştin û du serbaz jî birîndar bûne.

Piştî bûyerê, hêzên Iraqê li deverê dest bi operasyon û lêgerîna çekdarên DAIŞê kirin.

Fly Erbil Advertisment