Wezareta Pêşmerge: Êrîşên DAIŞê ji ber valahiya ewlehiyê ye

"Ji ber hebûna valahiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Artêşa Iraqê de, terorîstên DAIŞê êrîş kirin."

Hewlêr (K24) – Li ser êrîşa şeva din a DAIŞê ya ser sengerên Pêşmerger li Zûrgeziraw, Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Me berî niha çendîn car hişyarî dabû li ser metirsiyên terorîstên li wan deveran ku valahiya ewlehiyê tê de heye.”

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Di encama hebûna valahiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Artêşa Iraqê de, terorîstên DAIŞê êrîşî sengerekî Lîwaya 10 a Piyade kir li bilindahiyên Zûrgeziraw a li sînorê Mîhwera Pênc. Hêzên Pêşmerge bersiva êrîşê dan û terorîst reviyan.”

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê her dem amade ne. Kiryarên dirindane yên terorîstan, xelkê Kurdistanê û seqamgîrî û aramî û asayîşa Herêm û navçeyê nikarin xera bikin.”

Wezaretê diyar kiriye: “Me berî niha çendîn car hişyarî dabû li ser metirsiyên terorîstên li wan deveran ku valahiya ewlehiyê tê de heye. Mixabin sedema derfetdîtina terorîstan, hebûna wê valahiya ewlehiyê ye ku di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de heye, ji ber vê yekê em tekez dikin ku pêwîstiya wan deveran bi hêza hevbeş û hevkarî û hemahengiyeke giştgîr û hemû aliyane heye ligel artêşa Iraqê.”

Herwiha hat eşkerekirin: “Em ji terorîstan re radigihînin ku hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê dê her dem bi tundî bersiv bide wan êrîşên çepelane û bawerî didin xelkê Kurdistanê ku asayîşa Herêma Kurdistanê weke her dem dê parastî be.”

Wezareta Pêşmerge di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî dide malbatên şehîdan û şîfaya bilez ji bo birîndaran dixwaze.