Li Merîwanê du kolberên Kurd di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bûn
Du kolber ji ber êriş û îşkenceya pasdarên Îranê birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê du kolber ji ber êriş û îşkenceya pasdarên Îranê birîndar bûn.
Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye, li çiyayê Tete li nêzîkî bajarê Merîwanê komek kolberên Kurd rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî Kurd bi navê Rehmetullah Qadirnejad giran birîndar bû.
Ji aliyekî din, pasdarên Îranê li devera Mile Tete ya Merîwanê jî kolberekî Kurd bi navê Fuad Rahpêyker, xelkê gundê Berdereş yê Merîwanê, girtin û bi tundî lê dan û îşkence lê kirin û bi giranî birîndar kirin.