Brîtanya piştevaniya ji Herêma Kurdistanê re dubare dike
Balyozê Brîtanya li Îraqê piştgîriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê dubare kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Brîtanya li Îraqê Stephen Hickey di twîteke xwe de derbarê êrîşa li ser hêza Pêşmerge de, piştgîriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê dubare kir.
Balyozê Brîtanyayê ragihand: "Şaneşîna Yekgirtî di şerê li dijî DAIŞ'ê de, piştgiriya Herêma Kurdistanê, Pêşmerge û hemû Iraqiyan dike."
Her wiha got: "Em di pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û geşkirina Iraqê ji bo têkbirina DAIŞ'ê de berdewam dibin."
Stephen Hickey daxwaza hevahengiya zêdetir ji Hewlêr û Bexdayê dike û dibêje: "Em piştgiriya hewldanên Hewlêr û Bexdayê dikin, ji bo valabûna ewlehiyê ya li herêmên cihê nakokiyê hene, dagirin"
Duh danê sibehê DAIŞ'ê êrîşî Lîwaya 10 a Pêşmergeyan a li Pirdê (bilindahiyên Zorgezraw) kir û di encamê de 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn. Di demeke kurt de jî ew êrîş hate şikandin.
The UK🇬🇧 stands in solidarity with the KRI, the Peshmerga and all Iraqis in the fight vs Daesh.
— Stephen Hickey (@sblhickey) May 1, 2021
We will continue to provide military + development aid to Iraq to defeat Daesh. And we will support efforts by Baghdad + Erbil to end the security vacuum in the disputed territories. https://t.co/3P6F3JFD7M