Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê gihîşt Hewlêrê
Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê ve pêşwazî lê hate kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî îro 3.5.2021ê gihîşt Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ve pêşwazî lê hate kirin.
Biryar e, Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive û rewşa Iraq û navçeyê guftgo bikin.
Serdana Helbûsî di demekê de ye, dema hilbijartinên pêşwext ên Iraqê nêzîk bûye û wergirtina hizr û nerînên berpirsên Herêma Kurditanê ji aliyên Iraqê re girîng e.