Posteçiyê DAIŞê li Kerkûkê hate girtin
Ajansa Hewalgiriya Leşkerî ya Iraqê li parêzgeha Kerkûkê, posteçiyê rêxistina DAIŞ'ê desteser kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Hewalgiriya Leşkerî ya Iraqê ragihand, li navçeya Zab a bi parêzgeha Kerkûkê, posteçiyê rêxistina DAIŞ'ê hat desteserkirin.
Hewalgiriya Leşkerî ya Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir, wan ew tawanbar li gorî zanyariyên berfireh li devera Zab a navçeya Hewîce ya Kerkûkê desteser kirin ku wekî posteçî di navbera şaneyên razayî û çekdarên DAIŞê de kar dikir.
Da xuyakirin jî, hêza 14 a Hewlgiriya Leşkerî û hêzeke Lîwaya Peyade karîn ew tawanbar li devera destnîşankirî desteser bikin û li jêr madeya 4 a terorê dê rûbirûyî dadgehê bibe.
Ji aliyekî din ve jî, peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, şeva borî hejmarek çekdarên DAIŞ'ê êrîşî ser baregeheke Heşda Şeibî li gundê Beşîr ê ser bi navçeya Xurmatûyê kirin û di encamê de çekdarekî Heşdê hat kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûn.