Li Almanyayê wêneyên Mela Mistefa Barzanî û Serok Barzanî li ser pûlên taybet hatin çapkirin

Hunermendekî Kurd li Almanyayê wêneyên Mela Mistefa Barzanî û Serok Barzanî li ser pûlên postan çap dike.

Almanya (K24) – Hunermendekî Kurd li Almanyayê wêneyên Mela Mistefa Barzanî û Serok Barzanî li ser pûlên postan çap dike û dikare ji bo şandina name û postan ji wî welatî bo seranserî cîhanê were bikaranîn.

Hunermendê Kurd Zuhêr Derwîş ku wêneyên Mela Mistefa Barzanî û Serok Barzanî li ser perê posteyê çap kirine ji K24ê re ragihand, ew du mehan mijûlî wergirtina piştgîriya aliyên pêwendîdar bû ku divê komîteyeke Wezareta veguhastinê ya Almanyayê razemendiyê li ser postan bide.

Got jî: "Min daxwaza xwe pêşkêşî Berpirsê Postayê yê bajarê Munchenê kir û piştî sê rojan bersiv ji min re hat dayîn û hat erêkirin."

Hunermendê Kurd Zuhêr Derwîş dibêje: “Min hezkirina malbata Barzanî bi şîrê dayika xwe re vexwariye. Malbata Barzanî xebat û fedekarî di ber kurd û Kurdistanê de kiriye. Me dît ku çawa malbata Barzanî û Pêşmerge ji ber hemû cîhanê ve şerê li dijî DAIŞê kir.

Da zanîn jî: "Pêştir armanca min ew bû ku wêneyê ala Kurdistanê li ser pûla postan dirust bikim, lê hikûmeta Almanyayê rê nade ala ti welatî li ser postê hebe.”

Wî hunermendê kurd got jî: "Pûlên ku wêneyên Mela Mistefa Barzanî û Serok Barzanî li ser in, mirov dikare postan ji hemû welatan re bişîne"

Zuhêr Derwîş hunermendekî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û zêdetir ji 20 salan e li Almanyayê dijî, heta niha jî deh proje û karê xêrxwazî ji wî welatî ji penaberan re kiriye.