Li Tirkiyê hejmara pêketiyên Koronayê dadikeve

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 356 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 356 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 41 hezar û 883 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 5ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 26 hezar û 476 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2414 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 4 milyon û 955 hezar û 594 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 35 hezar û 464 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 589 hezar û 501 kesan.