Li Tirkiyê 281 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirine, gihişt 42 hezar û 746 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 281 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirine, gihişt 42 hezar û 746 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 24 demjimêrêm borî yên vîrûsa Koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 18 hezar û 52 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û ji wan 2 hezar û 178 kes nexweş ketine.
Di 24 demjimêrên dawîn de 28 hezar û 896 kes ji Covîd-19 baş bûne û hejmara kesên başbûne derket 4 milyon û 691 hezar û 224 kesan.
Bi vî awayî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 16 hezar û 141 kesan û 42 hezar û 746 kesan jî canê xwe ji dest dane.