Sedr: Ala Îsraîl û Amerîkayê bişewitînin
Rêberê Tegera Sedr Muqteda Sedr ji peyrewên xwe daxwaz kir; ji bo Filistînê xwepêşandanan li dar bixin.

Hewlêr (K24) – Rêberê Tegera Sedr Muqteda Sedr ji peyrewên xwe daxwaz kir; ji bo Filistînê xwepêşandanan li dar bixin û ala "siyanonîzm" û Amerîkayê bişewitînin.
Muqteda Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye: “Piştî rabûna qedexe derketina derve ya ji ber vîrusa Koronayê, divê bi xwepêşandana nerazîbûnê ya aştiyane ji bo piştevaniya gelê Filistînê nîşan bidin û pabendî mercên tendirustiyê bibin.”
Sedr dibêje: “Sibe li hemû parêzgeh û cihên diyarkirî û di heman demê de xwepêşandan were kirin.”
Di beşeke din a peyama xwe de Muqteda Sedr ferman daye ku xwepêşander ala "siyonîzmê" (Îsraîl) û Amerîkayê bişewitînin û dagirkirina axa Filistînê û kesên ku alîkariya "terora siyonîzmê" şermezar bikin û asayîkirina pêwendiyên welatan ligel Îsraîlê red bikin.