Mesrûr Barzanî: Em bi rêz û pêzanînê li xebata mamosteyên Kurdistanê dinêrin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Mamosteyên Kurdistanê her dem roleke girîng di gihandina nifşên Kurdistanê û çespandina mafên gelê Kurdistanê de lîstine. Loma em bi rêz û pêzanînê li xebata perwerdeyî û niştimanî ya mamosteyên Kurdistanê dinêrin.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Di 59emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê de, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî mamosteyên Kurdistanê û serok û sekreterê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê dikim.
Mamosteyên Kurdistanê her dem roleke girîng di gihandina nifşên Kurdistanê û çespandina mafên gelê Kurdistanê de lîstine. Loma em bi rêz û pêzanînê li xebata perwerdeyî û niştimanî ya mamosteyên Kurdistanê dinêrin.
Ez spasiya mamosteyên Kurdistanê dikim ku tevî rewşên dijwar, di xizmetkirin û domandina proseya xwendin û perwerdekirina nifşên Kurdistanê de berdewam dikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirin û bilindkirina asta xizmetguzariya xwendin û fêrkirin û xizmetkirina hêjatir a mamosteyên Kurdistanê û parastina mafên wan dixebite.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê