Parlamentoya Kurdistanê ji bo nivîsandina destûrê li benda nêrîna aliyan e
Firaksiyona PDKê nêrîna partiya xwe derbarê nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê de vê hefteyê digihîne Desteya Serokatiya Parlamentoyê.
.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nêrîna partiya xwe derbarê nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê de vê hefteyê digihîne Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê. Tê pêşbînîkirin aliyên din jî vê hefteyê nêrîn û têbîniyên xwe bidin Desteya Parlamentoyê.
Dema ku Parlamentoya Kurdistanê diyar kiriye, da ku aliyên siyasî nêrînên xwe bigihînin Desteya Serokatiya Parlamentoyê bi dawî bûye, lê belê ji ber betlaneya cejna Remezanê, aliyan têbîniyên xwe ji Desteya Serokatiya Parlamentoyê re neşandine. Rêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed Bekir got: “Serokatîya Parlamentoyê li benda nerînên aliyan e û çaverê ye ku piraniya aliyan di vê hefteyê de nerînên xwe ji Serokatîya Parlamentoyê re bişînin.”
Parlamentoya Kurdistanê berî niha 70 madeyên projeya destûrê bi riya Komîteya Nivîsandina Destûrê nivîsandine. Niha jî nerînên aliyan ne xuya ne ka ew komîteya bi karê xwe berdewam be yan na. Firaksiyona PDKê di vê hefteyê de nêrîna xwe digihîne Desteya Serokatiya Parlamentoyê û hewlên ji bo zemînesaziyê zêde kirine.
Serokê Firaksiyona PDKê Zana Mela Xalid ji K24ê re got: “Li nava Parlamentoyê dê pirsa nivîsandina destûrê were guftûgokirin, da ku li ser wê rêkbikevin ka nivîsandina destûrê ji cihê hatiye rawestandin dest pê bikin, yan aliyên li derveyî Parlamentoyê ne jî dê beşdarî nivîsandina destûrê bibin. Bi nêrîna me, divê hemû aliyên siyasî, bi bîr û baweriyên cuda ên siyasî, netewî û olî di nivîsandina destûrê de beşdar bin.”
Beşeke mezin ji aliyan ligel wê yekê ne ku di vê xula Parlamentoyê de destûra Herêma Kurdistanê bê nivîsandin û welatî di referandumekê de deng li ser bidin.