Îsraîlê agirbest ragihand

Kanala 13 ya Îsraîlê belav kiriye ku kabîneya biçûkkirî ya Îsraîlê biryar da ku îşev di demjimêr 02:00ê de biryara agirbestê cîbicî bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kanala 13 ya Îsraîlê belav kiriye ku kabîneya biçûkkirî ya Îsraîlê biryar da ku îşev di demjimêr 02:00ê de biryara agirbestê cîbicî bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di civîna Encûmena Wezîran a Biçûkkirî ya Îsraîlê de pêşniyara agirbestê pêşkêş kiribû.

Pêşniyar yekalî ye û Îsraîl di qonaxa yekem de biryar daye ji demjimêr 02:00ê îşev ve pabendî agirbestê bibe.

Îro Encûmena Asayîşa Navdewletî careke din ji bo gotûbêjkirina mijara şerê Îsraîl û Xezzeyê civiya û nûnerên Filistîn û Îsraîlê êrîşî hev kirin.

Di 10 rojên borî de Amerîka rêgir bû li ber Encûmena Asayîşa Navdewletî ku daxuyaniyek derxe û daxwaza sekinandina şer bike.

Îro 11emîn roja şerê navbera Îsraîl û aliyên Filistînî bû li Xezzeyê.

Di encama êrîşên Îsraîlê de bo ser Xezzeyê, zêdetirî 250 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku ji wan zêdetirî 60 kesan zarok bûn û herwiha zêdetirî 1500 kes jî birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî jî ragihandiye ku 105 hezar welatî neçar bûne ku mal û milkên xwe bi cih bihêlin û aware bibin û herwiha çendîn avahî û navendên hikûmî li Xezzeyê wêran bûn.