Antonio Guterres: Xezze bûye dojeha zarokan

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dibêje ku Xezze ji bo zarokan bûye dojeha li ser rûyê erdê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dibêje ku Xezze ji bo zarokan bûye dojeha li ser rûyê erdê.

Antonio Guterres ji Îsraîlê daxwaz kir ku rê bide alîkariyên mirovî bigihîjin zarokên Xezzeyê, ku bûye 11 roj di bin agirbarana Îsraîlê de bûn.

Duh Neteweyên Yekbûyî bi amadebûna her 193 endamên xwe, li ser Xezzeyê civiya.

Di civînê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres daxwaz kir ku şer were rawestandin.

Antonio Guterres got: “Îro dojehek li ser erdê heye, ew jî jiyana zarokên Xezzeyê ye.

Guterres herwiha diyar kir: “Kiryarên dijminkarane ziyaneme mezin li jêrxana medenî û jiyana xelkê li Xezzeyê gihandiye. Rê û xetên elektrîkê gelek zirar dîtine.”