Îsraîl rê dide alîkariyên mirovî derbasî Xezzayê bibin
Desthilatên Îsraîlê rê didin ji îro ve alîkariyên mirovî di deriyê Kerem Ebû Salim re derbasî Xezzayê bibin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Îsraîlê rê didin ji îro ve alîkariyên mirovî di deriyê Kerem Ebû Salim re derbasî Xezzayê bibin.
Alavên mirovî yên ku dê derbasî Xezzayê bibin, ji amûrên bijîkî, xwarin, derman û sotemeniyê pêk tê.
Medyaya Îsraîlê da zanîn jî, dê rê ji bo birîndaran, karmendên rêxistinên navdewletî û rojnamevanan were dayîn di deriyê Bêt Hanûn re derbas bibin.
Herwiha rê dide ku nêçîrvan bi kûrahiya 6 mîlên deryayî di deryayê de biçin.
Li gor desthilatên siyasî yên Îsraîlê, ev gavên sivîl yên sereke tên avêtin, bi mercê ku ewlehî û aramî were parastin.
Ev yek di demekê de ye, kabîneya biçûkkirî ya Îsraîlê ji roja 5ê Gulanê ve biryara agirbestê ragihandiye.