Berhemên hunera destan li Diyarbekirê bala geştiyaran dikşîne
Çanda piralî ya Diyarbekirê hem bala wealtîyên xwecîh, hem jî geştiyarên ku serdana bajêr dikin dikşînin
Diyarbekir (K24) – Çanda piralî ya Diyarbekirê di berhemên hunera destan de, tên hilberîn û hem bala wealtîyên xwecîh, hem jî geştiyarên ku serdana bajêr dikin dikşînin.
Berhemên li vê dikanê zêdetir bi hunera destan tên hilberîn û ji çand, ernîgarî û dîroka Diyarbekirê û heremê jî nîşaneyan dihevînin. Engîn Ecel xwedî hunera desta ye û tîne ziman ku her diçe hemşiyanên destên xwe zêde dike, hem jî bi zêdekirina cureyên berhemên xwe dahata xwe zêde dike.
Engîn Ecel balê dikşîne her berhemenkî hunera destan xwedî çîrok û kevneşopiyekî ye û hemû berhemên hunera destan, ji berdewamiya nîşaneyên civak û cografyayê ne. Ecel tîne ziman ku hemû berhem, ji aliye mişteriyan ve tên kirîn lê herî zêde lembeyên ku ji kundiran çê dikin, bala mişteriyên wî dikşîne. Wî jî li vê dikanê hem berhemên ku ew bixwe çê dike, hem jî yên ku nas û xizmên wî çêdikin difiroşe û bi hunera destên xwe dahata xwe bidestve tînin.
Engîn Ecel ji K24ê re got: “Kundirê ku niha dibêjin kundirê dibêjin kundirê xemlê berê jê re digotin kundirê cilan, yanî pê cil dihatin şûştin, pê li cilan didan da ku bişon û ji bo tevdana dims hatiye bikaranîn. Lê niha ew kundir bûne kundirê xemlê yanî wan di neqşînin, ronahî û morî lê tên zêdekirin û li nav malan tên bikaranîn. Gelek jî eleqe bo kundirên xemlê heye. Me meha borî 50 hev anîbûn dikanê, din av hefteyekî de xilas bû. Înşelah emê zêdetir binîn. Dîsa Xuşka min û dayîka min jî helm hene, ku jêre dibêjin ozelik (taybetî) çê dikin zêde tên firotin. Yanî van berhemên ku em bi destan çê dikin, em hem pê wexta xwe ya vala derbas dikin, hem jî dahateke baş peyda dikin û hem em pê kêfxweş dibin, hem jî kesên dikirin pê şa dibin.”
Wek hemû dikandaran, Engîn Ecel jî di serdema pandemiyê de, tengasiyan jiya ye, lê tîne ziman ku di wê serdemê de jî, wan bi berdewamî berhemên destan çê kirine û niha dikarin bifiroşin û jê dahat bidest bixin.
Welatî û geştiyarên ku tên berheman dikirin jî balê dikşînin ku her berhemekî, ji ber bi destan hatine çêkirin, wek fabrîqasyon nîn in û xwerû ne. Loma jî hem wek nîşaneyeke bajêr, hem jî wek xemleke mala xwe dixwazin wan bikirin.
Mehmet Çelîk xortekî ji Diyarbekirê ye û radigihîne ku xeml û berhemên gelek xweş hene û wî jî berhemên ku nîşaneyên Diyarbekirê li ser in ji bo xemla mala xwe kiriye.
Mehmet Çelîk dibêje: “Berhemên wiha ji bo danasîna bajaran gelek girîng in, gelek tişt ji wan bajaran nîşan didin. Min jî zebeşê Diyarbekir ku ji kevir çêkirine û fîncanekî ku pira deh derî ya Diyarbekirê li ser hatiye hunandin kirî. Çend heb jî zendikan kirî. Fiyetên wan jî gelek erzan in û ezw jî ciyê kêfxweşiyê ye.”
Welatî û geştiyarên ku ji derve hatine jî tînin ziman ku berhemên hunera destan ji bo ji ciyên ku diğerin wek nişane bi xwe re bibin gelek girîng in. Mihemed Albayrak ji Semsûrê hatiye û ji bo keça xwe diyarî dikire. Sevgî Ozdemîr û Yêşîm Kaya jî wek geştiyar ji Samsûnê hatine.
Geştiyar Sevgî Ozdemir: “Ji bo 3 rojan derketin geştê, li Diyarbekirê roja me ya yekem e. Me xwest tiştên ku nîşaneyên ji Diyarbekirê li ser bin bo xwe bikirin û gelek ciyên xweş yên ji bo geşt û gerê hene bigerin û piştre jî emê vegerin.”
Geştiyar Mihemed Albayrak: “Ez bi hevalên xwe re ji bo gerê hatim Diyarbekirê û keçikeke min a nû çêbû. Min jî ji bo wê xwest diyariyekî bikirim. Min navê wê li ser zendikekî nivîsî û gelek jî xweş bû.”
Geştiyar Yêşîm Kaya: “Em li Mizgefta Mezin geriyan û niha jî li dikanan digerin. Dikandar gelek dilsozin. Me xwest hindek jî berhemên diyariyê bistînin da ku nîşaneyên vê derê lê bin. Ez yekem car e têm Diyarbekirê û bajarekî gelek pir aliye. Emê heta karibin bigerin.”
Dikandarên ku berhemên hunera destan difiroşin, di ji ber pandemiyê demeke dirêj ketibin rewşeke tengav jî piştî ku gavên normalbûnê dest pê kirine, ji kar û libatê kêfxweşiya xwe radigihînin.